vivocare Thermy Operating Instructions Manual Download Page 7

TRIMPEKS_IB_Thermy_KU_ver

1503

Revizyon: 0

EW DÊ ÇAWA BÊ BIKARANÎN?

1.  Ji ser ekranê pêl bişkovka On/Off (Veke/Bigire) bikin û pêlêkirî bigirin. Wê demê li ser ekranê bi qasî demeke li nêz 2 çirkeyan 

dê nîşana                       xuyanî bibe û bi dû de dê dengekê weke “bîp” jê bê bihîstin.

2.  Dema bişkovka On/Off (Veke/Bigire) bê berdan, dê nirxa pîvana herî dawî hatiye kirin bê pêşandan. 
     Bi dû de germayiya taqiya xweber dê weke 37,0°C (98,6°F) bê pêşandan. Bi dû de jî dê Lo°C (Lo°F) xuyanî bibe.
3.  Jibo pakkirina/dezenfektekirina probê, bi alkolê jêbibin an jî di nav alkolê de dakin. Probê di dev de, di 
     rektûmê/tortorîkê de, binçengê de û hwd. bicihbikin. Jibo bikaranîna ji rektûmê, ji kerema xwe re sensorê li gor 
     ku li ser wêneyê de hatiye pêşandan, bînin ser derawaya xwedî nîşana        . Jibo dabînkirina hestiyariyê, ji kerema xwe re bi 

qasî demeke li nêz 5 xulekan bi awayê devgirtî bidin sekinandin.

4.  Bi dû rawestina vêketin û girtina nîşana pileyê °C (°F) a li ser ekranê de (bi giştî di navbera 30 û 60 çirkeyan de), b bi qasî 

demeke li nêz 10 çirkeyan dê dengê alarmê jê bê bihîstin û germayiya hate pîvandin dê li ser ekrana LCD bê pêşandan. Dema 
ku berhem ji derawayê taqiyê/testê hate derxistin, encama pîvandina germayiyê dê neguhere. Germayî ku <37,8°C (100,0°F ) 
be hişyariya bi deng dê weke "Bi---Bi---Bi---Bi---" lê bide; germayî ku _ 37,8°C (100,0°F) be hişyariya bi deng ji dêla 
"Bi---Bi---Bi---Bi---" de dê bi qasî demeke li nêz 10 çirkeyan, weke "Bi-Bi-Bi----Bi-Bi-Bi--" lê bide.

5.  Berhem, jibo paşrojmendiya hêzê dê di nav 10 xulekan de weke xweber bê girtin. Lê jibo temenê pîlan hê dirêj bidome, bi dû 

bikaranînê de bi pêlêkirina bişkovka wê ya On/Off (Veke/Bigire), girtina wê tê pêşniyarkirin. 

RÊWERZÊN BIKARANÎNÊ
BERIYA BIKARANÎNÊ JI KEREMA XWE RE VÊ RÊBERÊ BI BALDARÎ BIXWÎNIN

Germjimêra hejmarî, di navberiya germayiya laş de pîvandinên bi lez ê xwedî hestiyariya bilind dike. Ji kerema xwe re di serê 
pêşî de tev rêwerzan bixwînin. Ev rêwerz, jibo hûn ji tev erkên/fonksiyonên germjimêra xwe ya nû sûde werbigirin û bike ku 
berhem bi salan, performansa bi ewle pêşkêşî we bike, taybetiyên wê rave dike. Ger berhem dê ji aliyê zarokan ve bê bikaranîn, 
çavdêriya berdaran pêwîst e. Kalîteya germjimêrê hatiye esehkirin û li gor pêdiviyên rêwerzê AT konsey 93/42/EEC (Rewerza 
Amûrên Bijîşkî) Pêvek 1 “pêdiviyên bingeh û hikmên standartên hatine hevsazkirin ên derbasdar” guncaw e. 
EN12470-3:2000/A1: 2009 germjimêrên klînîk-Beş 3: Performansa herî bilind a berhêmên germjimêrên bi elektrîk ên kompakt 
(bi hezr û bê hezr).

6.  Ji kerema xwe re, her pîla avêtî û germjimêra êdî bikêr nayê, li gor rêwerzan tune bikin.

Têbinî: Ger di gava/gihaneka 2. de germayiya odeyê di ser 32°C (90°F) re be dê germayiya odeyê ya rastîn bê pêşandan.
Têbinî: Bikaranîna devika probê, dikare li gor germayiya rastîn bibe sedema ferqeke bi qasî 0,1°C (0,2°F)’yan.

BIKARANÎNA ORAL/JI DEV

Probê li bin zimanê nexweşî/ê bi awayeke baş bicihbikin. Nexweş, bi qasî demeke li nêz 1 xulekê bila devê xwe bi awayê girtî 
bigire. Di vê rêbazê de germayiya asayî li nêz 37,0°C (98,6°F) ye.

BIKARANÎNA REKTAL/JI TORTORÎKÊ

Jibo insersiyona rihet, vazelînê bi probê ve têbidin. Bi qasî demeke li nêz 1 xulekê, probê bi qasî 1 cm (ji 1/2 înç kêmtir) di 
hundirê rektûmê de bigirin. Di vê rêbazê de germayiya asayî li nêzî 37,6°C (99,7°F) ye.

BIKARANÎNA AKSILLER/JI BINÇENG

Binçeng, bi destmalekî ziwa pak bikin. Probê di binçengê nexweşî/ê de bicihbikin û bi qasî demeke li nêz 1 xulekê, mil bi ser 
kêlekê de dewisandî bisekine. Di vê rêbazê de germayiya asayî li nêzî 36,5°C (97,7°F) ye.

PAKKIRIN Û DEZENFEKSIYON

1. Berhemê bi paçekî ziwa pak bikin û probê bi alkola etîl sterîlîze bikin.
2. Destûr nedin ku tu daringên kîmyewî ên ronker/tîner bigihê berhemê.
3. Ne avbernedêr e. Ekranê di avê de danekin. Bitenê prob avbernedêr e.

BALDARΠ

* Berhemê nexin erdê. Li hember derban ne qewîn e.

 

* Berhemê netewînin.

 

* Probê di nav avê de nekelînin.

 

* Berhemê li dera ku tava rasterast lê bide û germayiya wê zêde be daneynin/nedin sekinandin.

 

* Ji bilî guhertina pîlan, berhemê ji hev venekin.

 

*          Wolta rasterast, tê wateya DC.

 

*        Tê wateya tîpa B.

GUHERTINA PÎLÊ

1. Dema li ser rasta jêra ekrana LCD’yê nîşana “       ” bê pêşandan, divê pîl bê guhertin.
2. Devika pîlê bi destan bi aliyê ku li ser wêneyê hatiye pêşandan ve bikişînin û ji beşa wê derbixin.
3. Qerta vedorê bi pîlê re, bi qasî 1 cm, bi awayeke nazikî, bi aliyê der ve bikişînin.
4. Jibo derxistina pîla kû hêza wê nemaye, amûreke weke pênûsê serê wê tûj e bikarbînin. Pîla ku hêza wê nemaye, ji zarokan li 

dûr bigirin.

5. Bi pîleke nû ya di tîpa SR41, UCC 392 an LR41 an jî hevtayî van de re; bi awayê ku salisa wê ya “+” dê li aliyê jor be û ya “-” li 

aliyê jêr be, di beşa wê de bicihbikin.

6. Devika pîlê bigirin.

GARANTIYA BI SÎNOR

Ev germjimêr, ji dema bê firotin heta 2 salan, bi şertê bikaranîna wê ya asayî, li hember kêmaniyê wê yên hilberandinê, di 
çarçoveya garantiyê de ye. Ger berhema we ji ber parçeyên bi kêmanî an jî montajê birêkûpêk nexebite, em dê wê tamîr bikin 
an jî biguherin. Ji bilî pîlê tev parçe di çarçoveya garantiyê de ye. Garantî, jibo xesarên bikaranîna şaş ne derbasdar e.

TAYBETMENDÎ

Navberî: 

32,0°C - 42,9°C (89,6°F-109,9°F) Pîveka ekranê ji aliyê hilberîner ve tê 

hilbijartin.
Hestiyarî: 

Di bin ±0.1°C 35,5°C~42,0°C (±0,2°F 95,9°F~107,6°F)

 

35,5°C re an jî di ser 42,0°C re ±0,2°C

 

(Di bin 95,9°F re an jî di ser 107,6°F re ±0,4°F)

 

25.0°C (77,0°F) di germayiya odeyê a asayî de.

Ekran:  

LCD, xwedî 3 ½ hejmar

Pîl: 

Pîlekî 1,5V DC pîla bişkovkî (Di tîpa SR41, UC 392 an jî LR41 de)

Birandina hêzê:  

Di dema moda pîvandinê de be 0,15 mîlîwatt

Temenê pîlê:  

Ji 200 saetan zêdetir kirariya bê navber.

Mezinayî: 

12,4 cm x 1,8 cm x 0,9 cm (D x B x B)

Giranî: 

Tevî pîlê, l, nêz 10 gram

Alarm:  

Dema bigihîje germayiya herî bilind, li nêzî 10 çirkeyan dengê sînyalê dide. 

Nêvenga bikaranînê:  

Germayî: 5°C~40°C (41°F~104°F)

 

Hêwî: ≤ %85 Hêwiya Rolatîf

Şert û mercên tomarkirin û ragirtinê:  

Germayî: 10°C~55°C (14°F~131°F)

Model: 

 

Thermy

GERMJIMÊRA HEJMARÎ

Reviews: